Serokwezîrê Iraqê: Civîna me bi Nêçîrvan Barzanî re girîng bû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê pir baş in û wî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke girîng encam dan.
Adil Ebdulmehdî di kongreya rojnamevanî ya xwe de, ragihand: “Me civîneke girîng ligel Nêçîrvan Barzanî lidar xist. Pêwendiyên me Herêma Kurdistanê pir baş in.”
Derbarê mîkanîzma hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina yasaya budceya 2019, Ebdulmehdî wiha got: “Erê mîkanîzma hinardekirina petrolê rêkeftin li ser heye û pêdvî bi rêkeftineke nû nake, ku pêwîst e Herêma Kurdistanê rojmane 250 hezar bermîl petrol bide şîrketa Soma ya Hikûmeta Iraqê. Derbarê cîbicîkirina yasaya budceyê jî niha di destê Wezareta Darayî de ye û dest bi cîbicîkirina wê yasayê hatiye kirin.”
Roja 7.2.2019 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya û di wê civînê de behsa bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hevahengiya di navbera xwe de kirin.




