26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û Komela Îslamî civîna parlamentoyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro şandeke Polîtburoya PDKê û Komela Îslamî ya Kurdistanê civiyan û piştî civînê berdevkê herdû partiyan naveroka wê civînê eşkere kirin.

Derbarê civîna Parlamentoya Kurdistanê û civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Hemû partiyên siyasî hevnêrîn in li ser wan herdû civînan. Ti nîşan tune ne ku partiyeke siyasî poşman bibe û di civînan de beşdar nebe.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed ragihand: “Em dixwazin pêwendiyên bihêz di navbera me de hebin û pêwendiya di navbera partiyên siyasî de qût nebe. Me di civîna îro de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.”

Derbarê reşnivîsa rêkeftina siyasî ya ligel YNKê, Berdevkê PDKê wiha got: “Li ser wê kaxezê me gelek gotûbêj kirin û em niha jî gotûbêjan dikin, ji bo ku rêkeftina me di berjewendiya herdû aliyan de be. Ez bawer im ku ji bo rêkeftina me û YNKê em di qonaxa dawî de ne û me hewlên xwe zêdetir jî kirine.”

Mehmûd Mihemed ragihand: “Pêwendiyên me bi Tevgera Goran re jî baş in û ji bo lihevkirina ligel Goran jî em gihîştine qonaxa dawî.”

Rêbwar Hemed ragihand: “Komela Îslamî dê beşdar be di civîna 18ê vê mehê ya Parlamentoya Kurdistanê.”

 

Nûçeyên têkildar