26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PDK Hêmin Hewramî dike cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê PDKê Omêd Xoşnaw ragihand ku PDK dê Endamê Serkirdatiya PDKê û Serokê Frakisyona PDKê Hêmin Hewramî bike cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê.

Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja Pêncşema 14ê vê mehê dê serokê demkî yê parlamentoyê ligel frakisyonan bicive, derbarê hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê.

Xoşnaw wiha got: “Em ligel wê yekê ne ku civîna parlamentoyê di 18ê vê mehê de lidar bikeve û tê de desteya serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin. Ev nêrîna hemû aliyan ne.”

Wî parlamenterê PDKê wiha domand: “PDK biryara xwe daye ku kursiyê cîgirê serokê PDKê ji bo Hêmin Hewramî be. Em niha li hêviya YNK û Turkman ne ku ew jî kandîdên xwe ji bo desteya serokatiya parlamentoyê diyar bikin.”

Nûçeyên têkildar