26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên Kuwêytê barê me yê giran sivik kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Konsulê Kuwêytê yê li Herêma Kurdistanê, Omer Elkinderî û şanda pê re kir.

Konsulê Kuwêytê, Omer Elkinderî di vê civînê de, ji ber derbaskirina krîzan bi awayekê serkevtî û hewandina hejmareke mezin a koçber û penaberan, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.

Omer Elkinderî behsa wan alîakriyan jî kir, ku welatê wî pêşkêşî koçberan dike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê serdanê û hevkariyên mirovî yên Kuwêytê yên bo aware û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û di vê bareyê de bi taybetî spasiya rola Mîrê Kuwêytê û konsulê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê kir, ji bo peydakirina wan alîkariyên ku barê giran ê ser milê Hikûmeta Kurdistanê sivik kirin.

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, serdana herî dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina wî li gel Serokwezîrê Iraqê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran û pêşxistina pêwnediyên Herêma Kurdistanê û Kuwêytê li ser astên cuda hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar