26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li serokê Meşrûê Erebî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Meşrûê Erebî kir û di wê hevdîtinê de di derbarê pêkanîna aramî û dûbare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê DAIŞê de gotûbêj hatin kirin.

Îro Şemiya 09.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Serokê Meşrûê Erebî û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo temamkirina pêkhata hikûmeta nû ya Iraqê û piştevanîkirina li Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta wî, gotûbêj kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de di derbarê pêkanîna aramî û dûbare avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên şerê DAIŞê de gotûbêj hatin kirin.

Nûçeyên têkildar