Berdevkê PDKê: Ne bi dilê Îranê ba, serokomarê niha nedibû serokomar
__2019_02_09_h16m57s0__HK__2019_02_09_h17m57s23__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê axaftinên Emîr Kînanî Şêwirmendê Serokatiya Komarê Iraqê daxuyaniyeke ragihand û ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Axaftinên Şêwirmend Serokatiya Komarê Iraqê (Emîr Kînanî) di tekevîzyona El-Iraqiye de, derbarê mijara serokmar û Barzanî û PDKê, em matmayî kirin. Xuya ye ku Emîr Kînanî ji dema ku bûye şêwirmend, hewl hatiye dan ku mejiyê wî bê şûştin.
Em di bersiva axaftinên Emîr Kînanî yên nerast de dibêjin: Eger ne bi dilê Îranê ba û Îran nexwestiba, ne tu dibû şêwirmendê serokmar û ne jî ew kesê ku niha bûye serokmarê Iraqê, dibû serokmar.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrart a Kurdistanê
9.2.2019”




