26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ji bo mafê gelê Kurd, divê partiyên Rojava bigihin rêkeftinekê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîka li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson şanda pê re kir.

Di hevdîtina de dawî pêşhatên navçê bi giştî û qonaxên şerê teroristan hat guftûgokirin, girêdayî bi pêşhatên rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, bi pêwîstî tê zanîn ku hêz û aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftin û hevtêgihîştina hevbeş li ser tevahiya pirsan ji bo ku di guhartinên navçeyê de mafê gelê Kurd li Sûriyê bê bidestxistin.

Her di wê hevdîtinê de, tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û ronî hate xistin ser mîkanîzma rêgirtina li geşekirina zêdetir a grûpên terorîst li navçê.

Nûçeyên têkildar