Serokwezîr: Hêvîdar im alîkarî û piştgiriyên Îtalya bo Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê ya hevbeş a li gel Serokwezîrê Îtalyayê de ji ber piştgirî û hevkariyên ku kirine, spasiya Îtalyayê kir û hêviya xwe anî ziman ku ew piştgirî û hevkarî di siberojê de jî berdewam bin.
Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte îro Çarşema 6.2.2019 danê êvarî gihişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê ya hevbeş de diyar kir: “Îtalya yek ji wan welatan e ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de alîkareke sereke bûye ji bo Iraq û ji bo Herêma Kurdistanê. Him perwerde û rahênan û him jî di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û leşkerî de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye û alîkarî û hevahengiya wê li gel Wezareta Pêşmerge û aliyên peywendîdar ên Kurdistanê hebû û bi awayekî berdewam kar kiriye.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa wê yekê jî kir: “Di warên siyasî û çandî û ferhengî de jî peywendiyên gelek bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de hene û em spasiya wan dikin ji ber hemû wan karên ji aliyê çandî ve li Herêma Kurdistanê dikin.”
Nêçîrvan Barzanî spasiya Îtalyayê kir ji ber piştgirî û alîkariyên ku kirine û hêviya xwe anî ziman ku di siberojê de jî berdewam bibe û got: “Em spasiya wan dikin ku bi rêya kompaniyên taybetmend û di bin parastina hêzeke Îtalyayê de roleke wan a baş di parastin û çakkirina Bendava Mûsilê de hebû û wê projeyê cîbicî dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Îtalyayê kir û got: “Me di vê civînê de behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze di çarçoveya destûra Iraqê de hemû pirsgirêkên li gel Bexdayê çareser bike. Me tekez kir ku Herêma Kurdistanê piştgirî li hikûmeta cenabê Dr. Adil Ebdulmehdî dike û daxwaz dike ku pirsgirêkan, li gel wî çareser bike.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Me behsa rewşa aware û penaberên li Kurdistanê kir û em daxwaz dikin ku Îtalya di handana civaka navdewletî de bo alîkariya aware û penaberên li Herêma Kurdistanê alîkar be. Me behsa mijara pêkvejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê de kir û me tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewldanan dide ji bo parastin û alîkariya hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Konsulê Îtalyayê yê li Hewlêrê kir ji ber "hewldanên wî yên ku ji bo pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê dide".




