26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kurdistan dixwaze pêwendiyên xwe bi hemû welatên cîhanê re bihêz bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Sirilanka li Iraqê Nirancan Aran Singa û şanda pê re ragihand, Kurdistan dixwaze pêwendiyên xwe bi Sirîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.

Îro Çarşema 6.2.2019 Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Sirîlanka li Iraqê, Nirancan Aran Singa û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku konsolê fexrî yê Sirîlanka yê Hewlêrê jî beşdar bibû, Balyozê Sirîlanka ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo Sirîlanka girîng e û got, ew aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye herwiha girîngiya pêgeha wê dibe sebeb ku Sirîlanka girîngiyê bide Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî jî tekezî li ser bihêzkirin û berfirehkirina pêwendiyên Kurdistan û Sirîlanka kir û got ku, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Sirîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.

Nûçeyên têkildar