26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasetmedarê Iraqê Mîsal Alûsî: Pêgeha Barzanî girîng û bilind e

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê mezin ên Iraqê Mîsal Alûsî dibêje, li ser asta navçeyê û navdewletî pêgeha Serok Barzanî bilind û girîng e, lewma jî berpirsên mezin ên welatan bi pêlan serdana wî dikin.

Mîsal Alûsî ku serokê Paratiya Umme ya Iraqê ye, di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew partî û aliyên siyasî yên Şîe û beşek ji Kurdan û hinek kesayetiyên Sunne, ji bo razîkirina welatên navçeyê dijayetiya referandumê û mafê gelê Kurd kirin. Li Iraqê tenê Serok Barzanî neket bin destê ti aliyekî derve.”

Alûsî wiha got: “Niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di asteke baş de ne û ber bi baştirbûnê ve diçin, bêguman rol û pêgeh û kesayetiya Serok Barzanî di wê yekê de pir berçav û girîng e.”

Hejmareke mezin ji berpirsên welatan vê dema dawiyê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serok Barzanî civiyan. Derbarê wan civînan, Alûsî wiha got: “Ev ne tiştekî xerîb e, ji ber ku pêgeha Serok Barzanî li ser asta navçeyê û navdewletî pir bilind û girîng e, lewma jî berpirsên welatan bi pêl tên Kurdistanê û ligel wî dicivin.”

Nûçeyên têkildar