26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Beşîr: Bexda dê Adarê pereyên Kurdistanê bişîne

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku projeyasaya budceyê Iraqê û para Herêma Kurdistanê ji wî budceyî di Parlamentoya Iraqê de hat erêkirin, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad dibêje, destpêka meha Adarê Bexda dê para Herêma Kurdistanê ji budce jê re bişîbe.

Projeyasaya budceyê giştî yê Iraq ji sala 2019 re, roja 23.1.2019 ligel para Herêma Kurdistanê ji wî budceyî hat pesendkirin. Kurd jî ji para Kurdistanê razî ne û li hêviyê ne ku Bexda wan pereyên Kurdistanê jê re bişîne.

Derbarê dema şandina wan pereyan, Dr. Beşîr Hedad ji malpera KDP.info re ragihand: “Destpêka meha Adarê Hikûmeta Iraqê dê dest bi şandina para Herêma kurdistanê ji budceyê bike.”

Nûçeyên têkildar