Romyo Hekarî: bo çareserkirina qeyrana Iraqê em bi alîyên Sîyasîyên Kurdistanê re ne

emîndarê giştî yê Partiya Bêt Nehrên "Romyo Hekarî" ragihand ku, Neteweya kild û aşûrî û siryanî pişkeka bingehîna pêkhateya Kurdistanê ne, ji ber vê jî her alozîyeka navbera Herêma Kurdistan û hukûmeta Iraqê çê bibe, dê para me jî tê de hebe.
Di evê derbarê de li gorî (Aknews), Hekarî weha got, “Em digel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hewl didin da ku di zûtirîn dem de pirsgirêkên Iraqê bêne çareserkirin, bi baweriya me ew pirsgirêk dê bi rêya ji hev têgehitşinê bihê çareser kirin.”
Herweha got, “Em bi wan çareseriyan re ne yên ku serikdatiya siyasî ya Kurdistanê pêşkêş kirine, ji ber em jî, ji heman tirsa kurdan ditirsin ku careka din dîktatoriyet bo Iraqê vegere.”




