Şanda opozisyona Sûriyê daxwazek ji Serok Barzanî kir

Hewlêr_KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola wî hebe di serxistina wan hewlên ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û pêşaroja Kurdan li Sûriyê li holê dane.
Îro Şemiya 02.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê kir ku ji Serokê Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê Dr. Nesir Herîrî û hejmareke endamên desteyê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de şanda mêhvan spasiya helwestên Serok Barzanî yên di piştevanîkirin û xemxwariya rewş û jiyan û guzeraniya xelkê Sûriyê di şer û qeyranên kûr ya salên derbasbûyî de kir .
Şanda opozisyona Sûriyê jibilî ku tekezî kir li ser pêgeh û bandora Serok Barzanî di çareserkirina kêşe û qeyranan, daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî rolekê bibîne di serxistina wan hewlên ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û pêşaroja Kurdan li Sûriyê li holê dane.
Her di vê hevdîtinê de di derbarê helwesta welatên mezin û pêşhatên siyasî yên dawî yên Sûriyê û herwiha biryara kişandina Hêzên Amerîka ji wî welatî gotûbêj hat kirin û tekezî li ser hevkarî û hevahengiya hemû aliyek kirin ku pirsgirêk bi rêya siyasî û bi diyalog û hevdû têgihîştinê bên çareserkirin.
Herwiha di civînê de herdû aliyan behsa rola aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna ji qeyranan, kirin.





