26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heşda Şeibî ji derdora Şingalê vekişiya

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Serkirdeyê Hêza Parastina Êzîdxaneyê Selam Berekat Şingalî ragihand, hemû hêzên Heşda Şeibî ji Şingalê vekişiyan.

Selam Berekat Şingalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Heşda Şeibî bi hemû şax û liqên xwe ji derdora Şingalê vekişiyane û hêzên Iraqê cihê wan girtine. Heşda Şeibî hêzên xwe birine navçeyên Şîeyan.”

Şingalî wiha got: “Hêzên Heşda Şeibî li 15 navendên li navçeyên Um Cirês heta sînorê Sûriyê bicîh bibûn, lê ev çend roj in ku hemû ji wir vekişyane û li nava Şingalê hejmareke pir kêm mane.

Li gorî zanyariyan piştî hatina hêzên Amerîka, Heşda Şeibî ji çendîn navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 neçar mane ku vekşin.

Bi gotina çavdêran, piştî nemana DAIŞê, Amerîka kar ji bo nehiştina hêzên nerewa dike, mîna Heşda Şeibî.


 

Nûçeyên têkildar