26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yûnanistan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina ligel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî de, nûnerê welatê Yûnanistanê got ku ew konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

Nûneratiya Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê heye.

Berpirsê Nûneratiya Yûnanistan li Herêma Kurdistanê Îfsa Îmyos Kosto Polos ligel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî civiya û di wê hevdîtinê de gotiye ku welatê wî dixwaze nûneratiya xwe bike konsulxane û dê ew bi xwe bibe konsul.

Îfsa Îmyos Kosto Polos kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û gotiye ev pêşkeftin û avedanî û aramiya ku li Hewlêrê heye, mînakeke bilind e.

Îfsa Îmyos Kosto Polos ragihandiye ku nêzîk ewê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin û niha biryar hatiye dan ku ew wek konsul karê xwe li Hewlêrê bike.

Ev pêngava Yûnanistan xizmeta Kurdistan û Yûnananistanê dike di warên geştiyarî û bazirganî de.

Nûçeyên têkildar