Berdevkê PDKê: Em destê dostaniyê ji bo hemû partiyan dirêj dikin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragehandiye ku destê dostaniyê bo hemû aliyan dirêj bikin û pêwendiyên wan li gel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bihêz e.
PDK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêr civiyan û piştî hevdîtinê kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.
Di wê kongreyê de rêveberê payebilind ê Yekgirtûya îslamî Xelîl Îbrahîm ragehand, ku partiya ji biryara opozîsyonbûnê poşman nebûne, ji ber dê “çavdêriya karên hikûmeta nû ya Kurdistanê bikin.”
Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed jî ragihand, berê biryar dabûn ku serdana hemû aliyan bikin û ragehand: “Em di civakekî de jiyan dikin. Herçend hin cudayiyên fikrî, civakî û siyasî di navber me de hebin jî, lê pêwîstiya civakê bi hebûna me hemûyan heye, çi li desthilatê be, çi li opozîsyonê bin. Hin berjewendiyên bilind ên niştimanî û netewî hene ku divê em biparêzin.”
Herwaha got rûniştin û civînên PDKê û Yekgirtû ne nû ye û di dema borî de jî em civiyane û eger “eger ne hevpeymanê me bin jî, pêwendiyên dualî hin caran ji hevpeymanbûnê jî bihêztir bûne.” Ji ber wê hêvî xwest ku ew pêkvebûn di berjewendiya gelê Kurdistanê de be.
Mehmûd Mihemed aşkera kir: “Em li erdnîgariyekê de dijîn ku hemû erdnîgarî di forîn û helçûnê de ye û ew guhertin jî bandora rasterast û nerasterast li ser civaka Kurdistanê heye. Em hatine destê dostaniya xwe û Yekgirtû bo hemû partiyekê dirêj bikin û li gel yek li hember vê qonaxê rawestin ku em pêşbînî dikin dê hin bûyer pêkbên û divê em nebin sotemenî.”




