26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Ewropa: Em pêşkeftinê ji Herêma Kurdistanê re dixwazin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind ji Yekîtiya Ewropa ligel Mesrûr Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku ew hêviya serkeftinên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re dixwazin.

Îro Çarşema 30.01.2019ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ewropayê yê karûbarê siyasî Jean Christophe Belliard û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Yekitiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blecua û Berpirsa Ofîsa Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê Clarisse Pasztary jî amade bûn û pêşketin û rewşa navçeyê bi giştî û peyvendiyên navbera Yekitiya Ewropayê û herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî, girêdayî pêşketinên pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de amaje bi destpêkirina qonaxeke nû ya wan pêwendiyan kir û hêvî xwest zemînek baş bê avakirin bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera herdu aliyan de û di çarçoveya destûrê Iraqê de be û di vê pêngavê de jî alîkariya Yekitiya Ewropayê wek pêwîstiyekê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve jî Jean Christophe Belliard amadebûna xwe ya ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê di warên cuda de û bihêzkirina pêwendiyên zêdetir nîşan da, herwaha bo pêwîstiyên Herêma Kurdistanê yên di warê çaksazî, û hêviya pêşketina zêdetir bo Herêma Kurdistanê re xwast.

Gotûbêjkirina metirsiyên serhildana terorê û mekanizmaya tekoşîna li hember wan metirsiyan û gotûbêja aliyên siyasî bo pêkanîna hikşmeta nû Herêma Kurdistanê hin aliyên din ên vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar