26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê li Mûsilê: Divê Pêşmerge vegerin Şingal û derdora Mûsilê jî

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsê PDKê li Mûsilê Elî Xelîl dibêje, çawa projeyek ji bo Kerkûkê heye divê wisa projeyek ji bo Mûsilê jî hebe û Pêşmerge vegerin Şingal û navçeyên din ên Kurdistanî li serdora Mûsilê.

Di rojên derbasbûyî de, Amerîka projeyek ji bo başkirina rewşa Kerkûkê pêşkêşî partiyên Kerkûkê kir û li gorî wê projeyê Pêşmerge dê vegerin Kerkûkê û dê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê îdareya Kerkûkê bikin.

Elî Xelîl, Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê wek projeya Kerkûkê, projeyek ji bo navçeyên din ên Kurdistanî yên madeya 140 hebe. Divê ji bo Mûsil û Şingal û cihên din jî pirojeyek hebe ku rewşa wan navçeyan bê normalkirin û hêzên Heşda Şeibî û Dejeterora Iraqê ji wir derkevin û Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevbeşî wan navçeyan birêve bibin.”

Berpirsê PDKê li Mûsilê wiha got: “Em bi wê pêşniyara Amerîka ya ji bo rewşa Kerkûkê razî ne û divê rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên ku ji 16 Cotmeha 2017 dagîrkirî ne, bên normalkirin. Helwesta PDKê jî her ev e û projeya Amerîka wek nêrîna PDKê ye.”

Derbarê tevger û çalakiyên DAIŞê li sînorê Parzêgeha Mûsilê, Elî Xelîl wiha domand: “Tevger û çalakiyên DAIŞê dîsa destpê kirine, bi taybetî jî li hinek navçeyên derdora Mûsilê ne tenê tevgera wan heye, lê belê li wir kom jî dibin.”

Nûçeyên têkildar