26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xefûr Mexmûrî: Wek serokê dewletekê pêşwaziyê li Serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serdana Serok Barzanî bo Urdinê û pêşwazîkirina li wî karvedaneke mezin li navçeyê li pey xwe anî. Sekreterê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî jî dibêje, wek serokê dewletekê pêşwazî li Serok Barzanî hat kirin.

Li ser vexwendineke fermî ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem ve, li Koşka Husên li Emmana paytexta Urdinê pêşwazî li Serok Mesûd Barzanî hat kirin û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê wê serdanê, Xefûr Mexmûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Vexwendina Serok Barzanî ji aliyê Şahê Urdinê ve û ew pêşwaziya gerim a ku lê hat kirin, rol û giraniya Serok Barzanî di nava hevkêşeyên siyasî de, nîşan dide. Şah Ebdulah jî baş fêm kiriye ku biryara gelê Kurdistanê di destê Serok Barzanî de ye. Wek serokê dewletekî pêşwazî li Serok Barzanî hat kirin. Silava serbazî lê hat kirin. Ferşa sor jê re raxistin û şîvek jê re hat amadekirin, ku ew xwarina han jî nîşan dide ku pêwendiyeke dostane heye.”

Mexmûrî wiha got: “Ne tenê li ser asta Iraqê, lê belê li ser asta navçeyê jî rola Serokê Barzanî girîng e. Ragihandina wî welatî Barzanî wek Serok binav kiriye.”

Nûçeyên têkildar