26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Encumena asayîşa navdewletî kuştara bajêroka " Hewle" şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Encumena asayîşa navdewletî ya bi ser neteweyên yekbûyî (NY) di kombûna duhî êvarî de kuştara bajêroka " Hewle" (ya ku bi ser parêzgeha Himsê) ku tê de 108 kes hatine kuştin û piranîya wan jî zarokin şermezar kir.


Encumena asayîşa navdewletî bi dijwarî  di beyannameyekê de rejîma Sûrîya şermezar kir, ji ber ku supayê Sûrîya tax û gerekên evê bajêrokê dan ber gulan û bomban, ku di encamê de bi dehan jin û mêr û zarok hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn.
Her di evê beyannamê de hatîye: bi karanîna hêz bi awayekî dijwar li dijî hevwelatîyên sivîl, qanûna navdewletî bin pê dike û pêdivîya hukûmeta Sûrîya bi birîyara asayîşa navdewetî pabend bibe.


Ji alîyekî din ve hukûmeta Sûrîya ev kuştara han ret kir û rêxistina terora El-qa'îde bi evê çendê gunehbar kir.
Berpirsa mafê mirovan li NY "Navi Pillay" got, " ev kuştara han bi tawana dijî mirovantîyê û tawana şerê tê hesabkirin".
 

Nûçeyên têkildar