26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî sersaxî ji Êzdiyan re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyamek belav kir û sersaxî ji Êzdiyan re xwest.

Ev jî peyama Mesrûr Barzanî ye:

“Malbata Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya ( Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhan û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehêşte me û em bi bîhistina vê nûçeyê gelekî xembar û dilgiran bûn.

Bi vê boneya xemnak, hevbeşbûna xwe di xem û keseran de ji malbeta vî ya birêz re radigehînim, serxweşiyê ji meriv, dost, xelkê Kurdistanê û tevahiya birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê re dixwazin.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku rehmetî bixe ber rehm û dilovaniya xwe û sebr û aramiyê jî bide tevahiya aliyan.

Birayê we Mesrûr Barzanî

28.1.2019”

Nûçeyên têkildar