26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de roleke berçav hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawî ya Mîrê Êzdiyan peyameke sersaxiyê belav kir û têde ragihandiye: “Mîr Tehsîn Beg di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwediyê rol û beşdariyeke berçav bû.”

Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi boneya koça dawî ya xwedê jê razî Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzdyan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û civata ruhanî û hemû xûşk û birayên me yên Êzdî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevsoz û hevxemên malbata wî û tevahiya Êzdiyan in.

Mîr Tehsîn Beg ku pitirî heftê salên derbasbûyî mîratiya Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê kir, tevî ku di nava Êzdiyan de xwedan pêgehe û roleke xuya yê civakî û olî bû, herwisa di tevgera kurdayetiyê de û bi taybet jî di şoreşa Îlonê de xwedî rol û beşdariyeke berçav bû, piştî şoreşê jî ji ber helweêstên xwe awareyê welatan bû.

Mîr Tehsîn Beg ligel civaka Kurdistanê û Iraqê û ya deverê jî di pêwnediyê de bûye ê rêz û pêgeha wî ya civakî ne tenê di nava Êzdiyan de, belku di nava civaka Kurdistanê û ya Iraqê de jî diyar û berçav bû û xwedan tevneke berfireh a pêwendiyan bû. Berdewam hewl daye ku rihê pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Iraqê de xurttir û kûrtir bike.

Bîrhatina wî bi xêrê be û xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”

 

Nûçeyên têkildar