26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo Amerîka: Rewşa navçeyên Kurdistanî bi hevbeşî çareser dibe

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî ligel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Îran û Iraqê Andro Pik civiya. Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Balyozê Amerîkayê li Iraqê Daouglas Silimin jî di civînê de amade bûye. Herwiha di civînê de geşedan û rûdanên dawî û pêwendiyên di navbera Amerîka – Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 jî hatiye gotûbêjkirin. Mesrûr Barzanî derbarê aram û asayîbûn û çareseriya wan navçeyan aşkere kiriye ku pêwîstî bi hevahengiya û karê hevbeş ê sazî û dezgehên Iraq û Kurdistanê heye.

Herwiha Andro Pik derbarê asayîbûn û arambûna wan navçeyên Kurdistanî jî bi girîng wesif kir û tekez kir li ser başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hewlên avabûna hikûmeta nû jî Mesrûr Barzanî pêşdeçûna pêwendiyên Bexda û Hewlêrê bi qonaxeke erênî da zanîn û hêvî xwest ku Amerîka û dostên wê roleke mezintir bibînin di çareserkirina pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin.

Nûçeyên têkildar