26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa Mexmûrê nebaş e..DAIŞ dîsa dest bi tevgerê kiriye

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, tevgera DAIŞê dîsa destpê kiriye. Hêzên Pêşmerge jî di çeperên xwe de ji her êrîşekê re amade ne. Berpirsê PDKê li Mexmûrê jî dibêje, rewşa Mexmûr û navçeyên din nebaş e û roj bi roj tevgera DAIŞê li wan navçeyan zêdetir dibe.

Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bi xwîna xwe rizgar kirin, lê piştî 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûkê, hêzên Heşda Şeibî navçeyên Kurdistanî yên wek Mexmûr û Şingal û Xaneqîn jî dagîr kirin. Niha dîsa DAIŞ li wan navçeyan dest bi tevgerê kiriye ji ber ku hêzên Hedşa Şeibî nikarin wan navçeyan biparêzin.

Pêşmerge li navçeyên xwe yên Mexmûrê li ser Çiyayên Qereçox di çeperê xwe de ne û parastina Kurdistanê dikin.

Fermandarên Pêşmerge li wê navçeyê dibêjin, terorîstên DAIŞê li wan navçeyan diçin ser gund û malan û daxwaza nan û avê û alîkariyan dikin, her kesek jî alîkariya wan neke tê cezakirin.

Derbarê wan pêşhateyan, Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Mexmûr û navçeyên din nebaş e, ji ber ku li wir roj bi roj tevgera DAIŞê zêdetir dibe.”

Kirmanc Ebdulah wiha got: “Li wan navçeyên Kurdistanî yên ku Pêşmegre li wan bûn, niha dîsa tevgera DAIŞê bi eşkere destpê kiriye û bi azadî diçin û tên, ku tên dîtin. Çareser jî ew e ku madeya 140 ya destûrê Iraqê bê cîbicîkirin û Pêşmerge vegerin wan navçeyan, ji ber ku rewş wisa bimîne dê metirsiya DAIŞê zêdetir jî bibe.”

 

Nûçeyên têkildar