Pisporekî abûrî li Davos: Herêma Kurdistanê ronahiya rojhelata navîne

Kombûna bilinda abûrî ya cîhanê evsal dê li Siwîsra bihête sazdan û serokê herêma Kurdistanê jî cara yekê bo wê kombûna bilind ya abûrî dêhête vexwandan û serokê foruma abûrî ya cîhanê ragehand armanca wan ewe welatên ku di warê siyaseta abûrî de geşe dikin, han bidin û pirsên abûriyê gengeşe bikin.
Pisporê abûrî Mişel Osîbiyo li Siwîsra bo dezgehên ragehandinê diyar kir ku li cîhanê niha hejmarek welat hene ku mezin bûna abûrî bi xwe ra dibînin û got: " Wek nimûne, herêma Kurdistanê cihek giringe û ji Îraqê cudatire û di siyaseta abûriyê de serkevtinên mezin bi dest xistîne û bow ê çendê jî wek gilopeka ronahiyê li rojhelata navîn xoya dike û vexwandina serokê wê herêmê gelek giringe û ez bawer dikim dê kombûna Davosê jî giringiyeka taybet bide herêma Kurdistanê




