Nêçîrvan Barzanî li ser bûyera Şêladizê axivî

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên li Şêladizê de ragihand ku ew tişta ku çêbûye bûyereke gelekî nexweş bû.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîbûna civîna Encûmena Wezîran di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand, ku projeyasaya pesendkirî ya niha ya Iraqê ji yên berê baştir e û ew li bendê ne ku were bicîkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Wezareta Darayî ya Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî kir ku bi yek tîm li Bexdayê kar kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya fermanber û karmendên Herêma Kurdistanê kir û got: “Tiştê ku ez kêfxweş kirim û dixwazim spasiya wê bikim, helwesta hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê ye ku bi rastî hemû bûn yek û bi hev re destkeftên Herêma Kurdistanê parastin.”
Derbarê bûyerên Şêladizê ragihand, Li vir hevxemî û hevsoziya xwe ji bo qurbanî û hemû birîndaran derdibirim. Ew tişta ku çêbûye bûyereke gelekî nexweş bû. Tekeziyê li siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku nabe xaka Herêma Kurdistanê ji bo dijayetîkirin û êrîşkirina li ser welatên cîran bê bikaranîn.
Diyar kir jî: “Sedema wê bûyerê ew e, ku hin partî ji nava xaka Herêma Kurdistanê ve êrîş ser welatekî ciran dikin. komîteke lêkolînê ji bo vê bûyerê pêk hatiye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê nehiştina paşkefta mûçeyê de ragihand, ku karê wan yê li pêş nehiştina paşkeftê ye, lê ew li bendê ne ku projeyasaya pesendkirî ya budceyê were bicîkirin û hin gavên din jî hene heta ku ev paşkeft bi temamî nemîne.
Nêçîrvan Barzanî careke din piştgriya Herêma Kurdistanê bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî anî ziman got: “Em dîsa tekezî li ser wê yekê dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze piştgiriya xwe ji bo kabîneya Dr. Adil Ebdulmehdî weke Serokwezîrê Iraqê cardin nîşan bide. Ez dubare tekezî li ser wê yekê dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi cidî dixwaze pirsgirêkên xwe yên li gel Bexdayê di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bike.”




