26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya: Em pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistnê

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel Wezîrê Brîtanyayê bo karubarên Rojhilata Navîn Bakurî û Afrîqayê Alstair Burt de ragihand ku çareseriya ji bo beşek ji pirsgirêkên li gel Bexda pêwîstî bi demeke zêdetir heye. Wezîrê Brîtanya jî got, ku welatê wî pêbend e bi piştevaniya xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro Şemiyê (26.01.2019) pêşwazî li Wezîrê Brîtanyayê bo karubarên Rojhilata Navîn û Bakurî Afrîqayê Alstair Burt û şanda pê re kir. Balyozê Birîtanya li Iraqê û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê û nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanya di civînê de amade bûn.

Di civînê de tevî pêwendiyê Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatin gotûbêjkirin.

Alstair Burt di civînê de behsa qurbaniyên herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û ew qurbanî bilind nirxand û tekez li ser pêbendbûna Brîtaniya ji piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Bert destxweşî jî li Herêma Kurdistanê kir ji bo destpêşxeriya diyalogê li gel Bexda ji bo çareserkirina beşek ji pirsgirêkan.

Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel şanda bilind a Brîtanî de ragihand ku ew atmosfera di navbera Hewlêr û Bexda de çêbûye, bûye sedem ku hinek ji pirsgirêkan çareser bibin û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan jî pêwîstî bi demeke zêdetir heye.

Nûçeyên têkildar