Hikûmeta Kurdistanê derbarê bûyerên li Şêladizê de daxuyaniyek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê bûyerên navçeya Şêladizê de ragihand ku destekî fitneçî li pişt vê bûyerê heye û fitneçî dê werin cezakirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên li Şêladzê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: “Em dilgiran in ji bo ziyana canî û birîndaran di bûyerên navçeya Şêladizê de. Tevî sersaxiyê, em hevsoziya xwe li gel malbatên qurbaniyan radigehînin.”
Hikûmeta Kurdistanê herwiha dibêje: “Destekî fitneçî li pişt vê bûyerê heye, lewra dezgehên pêwendîdar bi hûrî lêkolînê dikin û sebebkarên aloziyan û fitneçî dê werin cezakirin.”




