Serok Barzanî: Pêwîst e kultûra pêkvejiyan û birayetiyê li navçeyê kûrtir bibe

Îro Şemiya 26.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Serokayetiya Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Kurdistan û parêzgeha Nînowa û Iraqê, bi Serokayetiya Patriyakê Pîroz Mar Egnatyos Eframî yê dûyem, Patriyakê Entakya û tevahiya Rojhilat û Serokê Dêra Siryanî Ortodoks li Cîhanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Metranên Dêra Ortodoks pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û Krîstiyanên Kurdistanê li rojên dijwar de kirin û pêzanînên xwe ji bo hewandin û yarmetîdana wan ya li Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha ji bilî balkişandina peywendiyên dîrokiyên Krîstiyanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê, tekez li ser pêkvejiyan û çarenûs û paşaroja hevbeşa gelê Kurdistanê û pêkhatên wê kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêhvanan kir û ronahî xiste li ser wan êş û azarên ku di dema derbasbûyî de bi ser Xristiyanan û xelkê Kurdistanê de hatine û tekez kir ku Kurdistan welatê hemûyan e û nabe kesek jî hana Xristiyanan bide ku welatê xwe bicîh bihêlin û niha navçe di qonaxa dawiya nemana terorê de ye, pêwîst e kultûra pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.
Metirsiyên terorê û hizra tundiyê û her wiha rewşa siyasî û ewlehiyê ya li Sûriyê mijareke din ê vê civînê bûn.




