26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Xristiyanan kir: Berê xwe nedin derveyî welat

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, Xristiyanên Herêma Kurdistanê berê xwe nedin welatên derve.

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Suryaniyên Ortodoks li Mûsil û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Patrîk Ignatius Eframê Duyem, Patrîkê Antakya û temamê rojhilat, civiya û amaje bi wê yekê kir ku kultûra pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ji baweriyeke çavkanî girtiye û em dê di parastina wê kultûrê de jî berdewam bibin.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe aniye ziman ku Xristiyanên Iraqê gelek awareyî Herêma Kurdistanê bûne, bila berê xwe nedin derveyî welat û li welatê xwe bimînin.

Nêçîrvan Barzanî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina zêdetir a perwerdeya Suryanî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ji bo parastin û hewandin û alîkarîkirina mesîhiyan di demên dijwar de û pesnê pêkvejiyana pêkhateyên Herêma Kurdistanê da.

Nûçeyên têkildar