Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Dadwerî ya Brîtanyayê kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li gel şandeke bilind a dadwerî ya şahane ya Brîtanyayê civiya, ku ji Cîgirên Serokê Encûmenê Dadwer Gross û Ann Rafert, Berpirsê Perwerde û Rahênanê yê li Peymangeha Dadwerî ya Şahane Andrew Haten pêk hatibû.
Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şandê kir û hêviya xwe anî ziman ku encûmena wan bi hevkarî û hevahengiya li gel Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina warê siyasî û dadwerî ya li Herêma Kurdistanê bixebitin, bi taybetî ku Brîtanya di warê serweriya yasa û dadwerî de xwedî ezmûneke dûrûdirêj û bihêz e û di vê mijarê de her hêsankariyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berdewamî û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên dadwerî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê nîşan da.
Şanda mêvan amadebûna xwe ji bo hevahengiya li gel Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê û piştgiriya rola yasa û dadwerî û bihêzkirina dadgehên Herêmê di warê teknîkî û rahênana dadweran de li navxwe û li derveyî Herêma Kurdistanê nîşan da. Her weke çawa li gel Encûmena Dadwerî ya Iraqê jî heman hevahengiya wan heye, ev jî bi girêdana baştir birêvebirina dozên terorê û serxwebûna desthilata dadwerî û serweriya yasa li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Herwiha di hevdîtinê de Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Bengîn Qasim, Serokê Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê Bextiyar Qazî û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî amade bûn. Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji ber serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşketinên Herêma Kurdistanê di warê dadweriyê de bilind nirxand.
Gotûbêkirina pêşhatên navçeyê û çend mijarên li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê di warên cur bi cur de, aliyekî din ê hevdîtinê bû.




