Candeka 730 kesên Enfalkirî gihane herêma kurdistanê

Îro duşemê, bi amadebûna serokê hukûmeta herêma kurdistanê û cihgirê serokê herêma kurdistanê, candeka 733 kesên enfalkirî yên Sengaw û Qerehencîr bi axa ve hatin veşartin.
Îro li bajêrê Silêmanîyê di dêrendazeyekê de, bi amadebûna serokê hukûmeta herêma kurdistanê" Nêçîrvan Barzanî" û cihgirê serokê herêma kurdistanê " Kusret Resol Alî" û serokê parlîyamentê û wezîrê kerûbarê şehîd û enfalkirî, û hejmareka pir ji parlîyamenterên kurd li Iraqê û hejmareka ji berpirsên part û hukûmî û nûnerên kunsolxane û welatan, candeka kesên elnfalkirî bi ava ve hatin veşartin.
Ji alîyê xwe ve wezîrê şehîd û enfalkirîyan, Aram Ehmed di bêjedanekê di ji ajansa (PNA) ragihand, ku " hejamra Enfalkirîyan ji 182 zêdetir ku gihaye nêza 190 hezaran û em di pêkolên xwe de bo anîna candeka hemû enfalkirîyan berdewam in




