26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Balafirên Tirkiyê sivîlên Başûr dikin qurbanî..PKK jî xema xelkê naxwe”

Çavkanî: KDP.info

 

Amêdî-KDP.info- Umer Ureyî Berpirsê Şaxa PDKê li bajarokê Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Duhokê ve ragihand ku ew berdewam daxwaz ji PKKê dikin ku gundan û ji malên xelkê sivîl dûr bikevin, lê PKK dûr nakeve lewam jî balafirên Tirkiyê sivîlên Herêma Kurdistanê dikin qurbanî.

Umer Ureyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em bi tundî kuştina xelkê xwe yên sivîl ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, şermezar dikin. Bombebarana ser serê xelkê Herêma Kurdistanê zilmeke mezin e. Tenê di bombebara duhî de 2 kes şehîd bûne û 4 kes jî windayî ne û em li wan digerin.”

Wî berpirsê PDKê li Amêdiyê wiha got: “Me gelek caran daxwaz ji PKKê kiriye ku xwe ji sivîlan dûr bikin, lê kuştina xelkê li cem wan nexem e û niha tirseke mezin di dilê xelkê navçeyên sînorî de heye.”

Umer Ureyî wiha domand: “Ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê heta niha li devera me 20 welariyên sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.”

Nûçeyên têkildar