26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

KCD: Bila Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê siyasetên aştiyane bimeşîne

Çavkanî: KDP.info

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber êrîşên ku li Rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan pêk tên banga huşyarîyê kir ûdaxwaz ji Tirkiyeyê jî kir, ku dest ji siyasetên xwe yên şer berde.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê îro daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de KCD ragihandiye, ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan çek dide komên îslamî û ewan li hemberî kurdan sor dike.

KCD di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser angaştên “wezîrekî tirkan ji bo komên îslamî ji Ukraynayê çek anîye” û wiha berdewam kir: “Komên ku Tirkiye piştgirî dide wan, par li Heleb û Serêkaniyê komkujiyên mezin çêkirin û bûne sedema mirina bi dehan kesan. Ev kom ji aliyê Artêşa Tirk ve tên parastin. Hin kes dixwazin pêşeroja Sûriyeyê bi şerê navxweyî tarî bikin. AKP jî di vê demê de dixwaze ´´Leyîzvanê Herêmê´(aktorê herêmê) be. Lê mixabin ev aktorî weke hevkariyê dixuye.”

Kongreya Civaka Demokratîk di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand, gelê Rojava ne bi tenê ye û bang li çar aliyê Kurdistanê kir bila xwedî li gelê Rojava derkevin. KCD bang li Tirkiyeyê jî kir û xwest Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yê şer berde û teekzî kiriye: “Divê Tirkiye li herêmê polîtîkaya aştiyê bimeşîne. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pergala xwe bi kedeke mezin ava kiriye. Em dê ji bo parastina ewê pergalê tim li bal gelê xwe bin. Em dixwazin hemû kurd li bla gelê Rojava bin û yekîtîya neteweyî xurt bikin.”

Nûçeyên têkildar