26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê erdê Kurdan ji wan distînin û didin Ereban

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûkê, erdê Kurdan ji wan tê stendin û Ereb li mal û cihên wan bicîh dibin. Heta niha Ereban destê xwe daniye ser milyonek û 200 hezar donm erdê Kurdan.

Endamê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê, Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ne tenê li nava Kerkûkê, lê belê li qeza û nahiye û gundên parêzgeha Kerkûkê gef li Kurdan tê kirin. Pilana wan heye ku Kerkûkê bi temamî bikin Erebî û Kurdan ji malê wan derxînin û Ereban li şûna wan bicîh bikin. Niha li navçeya Daqûq û heta bi Leylan û Dareman yên ser bi Kerkûkê ve dest bi wê yekê hatiye kirin. Hêzên Iraqê yên li Kerkûkê berdewam davêjin ser malê Kurdan û wan digrin. Li taxa Erefe ya Kerkûkê jî gef li 280 malbatên Kurdî hatiye kirin ku ji malê xwe derkevin. Roj bi roj rewşa Kerkûkê xerabtir dibe.”

Kerkûkî wiha got: “Ew Erebên ku di dema Sedam de hatibûn ser erdên Kurdan, û piştî ketina rêjîma Beis ew Ereb hatibûn qerebûkirin û tawîzkirin, niha dîsa li ser erdê Kurdan bicîh bûne û heta niha milyonek û 200 hezar donm erdê Kurdan xistine bin destê xwe.”

 

Nûçeyên têkildar