Hoşyar Zêbarî: Civîna me û Goran ji bo avakirina hikûmetê, baş bû

Hewlêr-KDP.info- Îro şanda danûstandinê ya PDK û Tevgera Goran li Pîrmam civiyan û piştî civînê Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand ku civîna wan baş bû.
Îro PDK û Goran civiyan û di kongreyeke rojnamevanî de Hoşyar Zêbarî ragihand: “Civîna me û Goran baş bû. Civînên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bi başî birêve diçin.”
Zêbarî wiha got: “Emê li ser danûstandinên avakirina hikûmetê berdewam bin û li ser pirsgirêkên bingehîn jihevtêgiheştin di navbera me de heye. Ti nêtek ji bo dûrxistina ti partiyekî siyasî ji hikûmetê tûne ye. Divê partiyên siyasî jî hest bi berpirsyaretiyê bikin, ku valahiya destûrî û hikûmî li Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya milet de ye.”
Hoşyar Zêbarî wiha domand: “Me û Goran tekez kir ku pêwîat e hikûmeta nû ya Kurdistanê bilez ava bibe. Divê serokatiya Parlamentoya Kurdistanê lihevkirin li ser were kirin. Eger vê mehê parlamento bicive serkeftineke mezin e.”




