Serok Barzanî û Elawî guhertinên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Iraqê Eyad Elawî kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên ku navçeyê çêdibin, hatin gotûbêjkirin.
Îro Dûşema 21.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqî kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn û pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî de bû.




