Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd li ser çend mijaran axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de çaend mijar hatin gotûbêjkirin.
Îro Dûşema 21.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û hevkêşeyên li ser asta Iraq û navçeyê gorûbêjkirin.
Her di vê civînê de di derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda de û hewlên çareserkirina kêşeyan axivîn.
Herwiha pêwendî û zerûreta yekdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.




