Pisporê Fransî Gerard Chaliand serdana mezarê nemiran kir
__2019_01_19_h17m52s55__HK__2019_01_19_h19m0s6__HK.jpg)
Barzan-KDP.info- Şareza û pisporê Fransî yê navdar Gerard Chaliand li devera Barzan serdana mezarê Barzaniyê Nemir û Îdrîs Barzanî kir û li wir got ku Barzaniyê Nemir 50 salî xebat û têkoşîn kiriye ji bo ku gelê wî bi azadî bijî.
Îro Şemiya 19.1.2019 Gerard Chaliand serdana mezarê nemiran kir û ji aliyê Xelat Barzanî Nûnerê Serok Barzanî û komîteya pêşwaziyê ve hat pêşwazîkirin.
Gerard Chaliand taceke gulan li ser mezarê nemiran danî û behsa xebat û têkoşîna Barzaniyê Nemir kir û got ku Barzanî 50 salî xebat û têkoşînî kiriye ji bo ku gelê wî bi azadî bijî.
Gerard Chaliand, pispor e di warê şer û cengên cîhanî de û di dema Şerê Kendavê de Neteweyên Yekbûyî daxwaz jê kir ku raporekê li ser rewşa Kurdan binivîsîne.
Gerard Chaliand wê demê pirtûka xwe ya (Trajediya Kurdî) nivîsand û tê de behsa dîrok û êş û azarên Kurdan li herçar perçeyên Kurdistanê dike.
Gerard Chaliand herwiha pirtûkeke wî bi navê (Miletê bê dewlet. Kurd û Kurdistan) heye û tê de nivîskar behsa tevgera neteweyî ya Kurdî dike û behsa mafên rewa yên Kurd ji bo azadî û serxwebûnê dike. Herwiha bi şirove û lêkolînê behsa rewşa Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê dike.




