Serok Barzanî pêşwazî li kesayetiyekî devera Silêmaniyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Mehmûd Şêx Kawe Hefîd kir.
Îro Şemiya 19.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Mehmûd Şêx Kawe Hefîd kesayetiyê diyar ê Kurdistan û devera Silêmanî kir.
Di hevdîtinê de jibilî halpirsînê, behsa rewşa siyasî û civakî ya Kurdistanê kirin û di derbarê wan mijarên girêdayî rojeva navxwe ya Kurdistanê axivîn.




