Lîsta El-Iraqîyye: di 48 demjimarên bihên de dê kombûnek li Hewlêrê tê sazkirin

Bizava rêkeftina niştimanî ya ku "Eyad Ellawî" serokatîya wê dike roja yekşemê da xuyakirin, ku dê di maweya du rojên bihê de kombûneka berfireh a alîyên sîyasî li bajêrê Hewlêrê paytexta herêma kurdistanê bihê li darxistin.
Ev kombûna han jî, ji bo xuyakirina arasteya pirosesa sîyasî piştî destnîşandkirina kesekî li cihê Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqa fedral.
Di evê derbarê de li gorî ajansa (Aknews), bêjedarê evê bizavê " Hadî Zalimî" ragihand, ku wek temamkerê kombûnên berê, di du rojên bihên de dê kombûnek ji bo hemû alîyên sîyasî li Hewlêrê bihê li darxistin, bersivnedana hevpeymanîya niştimanî ji bo vedîtina kesekî din cihê Nûrî Malikî, dibe sedema em pena bibin ber hilbijarên pêştir, ku em bi rêya parlîyamentê bawerîyê ji Malikî bistênin.




