26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Kurdistan TV rolek mezin di belavkirina hişyariya neteweyî de dît

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan TV pîroz kir û di wê peyamê de got, Kurdistan TV rolek mezin di belavkirina hişyariya neteweyî de dît. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistan TV pîrozbahiyên xwe pêşkêşî birêveber û kedkar û hemû karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistanê dîrok û werçerxanek bû di ragihandina Kurdistanî de û roleke mezin di belavkirina hişyariya neteweyî û çanda pêkvejiyanê û xizmetkirina doza rewa ya gelê me de dîtiye û bandora wê di nav medyaya Kurdî de diyar e. Her wiha pabendî bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyariyê û armancên bilind ên gelê me bûye û berhem û destkeftên wê cihê şanaziyê ne.

Bi vê helkeftê hêvîdar im Dezgeha Satalayta Kurdistanê bi sûdwergirtina li şêwe û amrazên serdemiyane û bi gurutîneke zêdetir berdewam be di kûrkirina hişyariya neteweyî û çandiya aştî û pêkvejiyanê û parastina cûdahiyan û her wiha ew çaverêya ku jê tê kirin ku bibe medyayekî çalaktir û karatir û di asta guhertin û pêşhatan de be û bi hêjatirîn şêwe maf û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê û dîrok û bihayên bilind ên civaka Kurdistanê bide naskirin û rê bi evîniya niştiman û hişyariya giştî ya di civakê de bide.

Destxweşiyê li we dikim û pêzanînên min ji bo erk û keda we heye.

Mesûd Barzanî
17.01.2019”
 

Nûçeyên têkildar