26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serxweşiyek ji Dr Fuad Hussein Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Darayî ya Iraqa Federal

Çavkanî: KDP.info
Birêz cenabê Serok Barzanî Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê xebatgêr û navdarê Kurdistanê û Endamê berê yê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê Mamosta Mihemed Mela Qadir gihîşt me. Xwedê jêrazî kesayetiyekî şoreşgêr û Pêşmergeyê dêrîn û serkirdeyekî diyarê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bû û her ji destpêka xort lawitiya xwe ve peywendiyê bi şoreşa Eylulê kiriye û berdewam bûye li xebat û têkoşînê de û roleke ber bi çav di dema şoreş û xebat û koçberiyê de hebûye û li çendîn warê hizbî û siyasî û Pêşmergayetiyê da kar û xebatê kiriye. Piştî rizgarkirina Kurdistanê û damezrandina yekem kabîneya Hikumeta Herêma Kurdistanê wekî Wezîr kar kiriye û herdem li xebat da berdewam bûye. Ji destdana vî kesayetiyê şoreşgêr li karwana xebata gelê Kurdistanê de ziyanekî mezine. Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukar û hevalên xwedê jêrazî dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn sebir û aramiyê bide hemû aliyek û cihê xwedê jêrazî bihûşta fireh bê. Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda) Fuad Hussein Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal yê Karubarê Aborî û Wezîrê Darayî ya Iraqa Federal

Nûçeyên têkildar