Mesrûr Barzanî: çarenivîsa Iraqê ber bi pêşerojeka reş û ne xuyakirî ve diçe

Îro li Selahedînê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parlementer û Serokê komîteya parastinê yê li Parlîyament Îtaliyayê "Jiany Virinty" kir.
Di kombûneka dostane de, birêz "Mesrûr Barzanî" bi bixêrhatineka gerim li Parlîyamenterê Îtalîyê kir û hêvî xwest ku, pêwendîyên di navbera herdu aliyan de, di pêşerojê de bi taybetî di biwarê xizmetkirina jiyana hevwelatiyan de hîn baştir û xurtir bibin.
Ji alîyê xwe ve Parlîyamenterê Îtalîyê keyfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên dawîyên li Kurdistanê heye derbirî û hêviya berdewamî û pêşkeftineke zêdetir ji bo Gelê Kurd xwest û amadebûna hukûmeta Îtaliyayê jî bo hevkarîkirina Kurdistanê di biwarê pîşesazî, avadankirinê û baştirkirina jêrxana abûriya Kurdistanê da nîşandan.
Di dirêjahiya vê kombûna han de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û Deverê jî hate kirin û pêşhatên dawî yên li evê Deverê û Iraqê jî hatin nirxandin û di vê derbarê de birêz "Mesrûr Barzanî" helwestên negur yên Serokatiya Kurdistanê dubare kir û ragihand ku, Kurd digel çareserkirina tevahiya arîşeyên heyî, bi rêya diyalog û jihev fêm kirinê di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê de, bêgoman di vê derbarê de jî nabe peymannameya Hewlêrê ya ku bûye sedema damezrandina hukûmeta niha ya Iraqê bihê jibîrkirin.
Mesrûr Barzanî weha xuyakir, ku qeyrana sîyasîya ya niha li Iraqê bi giştî û arîşeyên navbera hukûmeta herêma kurdistanê û hukûmeta fedral de, metirsîyên mezin û bandora xwe li ser temamîya pirosesa sîyasî li Iraqê heye, eger berjewendîya hemû xelkê Iraqê li ber çav nehê kirin, wê demê dê çarenivîsa xelikê Iraqê ber bi pêşrojeka reş û nedîyar ve biçe.




