26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Şingalê venagerin bin destê Heşda Şeibî

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku tevî rêya Sihêla ku ji Dihokê diçe Şingalê, hatiye vekirin, lê xelkê Şingalê naxwazin vegerin bajarê xwe, ji ber ku baweriya wan bi wan hêzên li Şingalê, nayê û newêrin vegerin bin destê wan.

Şingal ji 16ê Cotmeha 2017 ve di bin destê Heşda Şeibî û PKK de ye.

Mehma Xelîl derbarê rewşa wî bajêrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Zêdetirî 80 % ji xelkê Şingalê heta niha di kampên Duhokê de ne. Tevî ku rêya Sihêla hatiye vekirin, lê baweriya xelkê bi Heşda Şeibî nayê ku vegerin ser mal û halê xwe.”

Xelîl wiha got: “Heşda Şeibî û hêzên ser bi PKKê ve hejmareke rêveberên nerewa ji Şingalê re danîne, lê yek ji wan yasayî tune ye û xelk ji bo karûbarê xwe tenê serdana îdareya rewa ya Şingalê dikin.”

Qaymeqamê Şingalê derbarê rewşa Şingalê, ragihand: “Rewş pir xerab e û pêwîstiya xelkê bi alîkariyan heye. Sazî û rêxistinên navdewletî jî li hêviya vegera koçberan û avedankirina Şingalê ne, lê hêzên nerewa nahêlin Şingal aram bibe.”

Nûçeyên têkildar