Hewramî: Di guhertinên navçeyê de Herêma Kurdistanê lîstikvanekî sereke ye

Hewlêr-KDP.info- Piştî hatina Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bo Hewlêrê, biryar e herdû wezîrên derve yên Îran û Fransa jî bên Herêma Kurdistanê. Endamê Serkirdatiya PDKê Hêmin Hewramî derbarê hatina wan berpirsên mezin dibêje, hatina berpirsên wan welatên mezin bo Hewlêrê ji bo wê yekê ye ku peyamekê bidin ku civaka navdewletî nikare çavê xwe bigre li hemberî pêgeha Herêma Kurdistanê.
Hêmin Hewramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina wan wezîran, û hatina serokwezîrê Vatîkanê di vê dema dawî de, û herwiha biryar e wezîrên derve yên Îran û Fransa jî bên Kurdistanê, wê peyamê dide ku civaka navdewletî nikare çavê xwe li henberî pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê bigre. Herwiha nîşan dide ku Herêma Kurdistanê berdewam e li ser wê yekê ku roleke bi bandor dibîne li navçeyê û wek lîstikvanekî navdewletî ye.”
Hewramî ku ew jî di civîna navbera Serok Barzanî û Mike Pompeo de beşdar bû, derbarê naveroka wê civînê wiha got: “Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke bihêz e li navçeyê û dikare bibe sedema aramiyê, lewma jî gelekî spasiya rola Herêma Kurdistanê kir di şikandina DAIŞê de. Herwiha gelekî spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir ku bûne sedema aramî û ewlehiya navçeyê.”
Hewramî wiha domand: “Ji ber pêgeha siyasî û leşkerî û abûrî ya Herêma Kurdistanê, her wezîrek dema serdana Bexdayê dike divê serdana Hewlêrê jî bike. Lewma jî vê hefteyê jî dê serdanên siyasetmedaran berdewam bin û biryar e wezîrên derve yên Fransa û Îran bên Hewlêrê. Kurdistan dixwaze di guhertinên navçeyê de lîstikvanekî sereke be.”




