Serok Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên dawî yên temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Îro Dûşema 07.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Serokê Tevgera Eta û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên dawî yên temamkirina hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de tekez li ser hevahengiya di navbera herdu aliyan di proseya siyasî ya Iraqê de û çareserkirina kêşeyan kirin.




