Artêşa Sûriyê: Em derbasî nava Minbicê bûn û me ala xwe li ser bilind kir

Hewlêr-KDP.info- Artêşa Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê bû û ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kir.
Îro Îna 28ê Kanûna 2018 Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew derbasî nava Minbicê bûn û ala xwe li ser wî bajêrî bilind kirin.
Li gorî daxuyaniya Aerêşa Sûriyê hêzên wan li navenda bajarê Minbicê bicih bûne û yekser ala Sûriyê li navenda bajêr bilind kirine.
Çûna Artêşa Sûriyê bo nav Minbicê piştî daxuyaniya îro ya YPGê hat, ku tê de daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kiribû, hêzên xwe bişîne Minbicê û wê herêmê ji gef û êrîşa Tirkiyê biparêze.
YPGê di daxuyaniya xwe ya îro de gotibû: “Em hêzên hikûmeta Sûriyê vedixwînin ji bo ku wan deverên ku hêzên me jê vekişiyane, bi taybet jî Minbic, kontrol bikin û wan herêman li hemberî êrîşa Tirkiyê biparêzin”.
Lê Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe ya îro de behsa YPGê nekiriye ku Minbic radestî wan kiriye.
Minbic dikeve navbera Kobanî û Efrînê de û YPGê demek dirêj şer kir ji bo derxistina wê ji destê DAIŞê û zêdetirî 500 ciwanên Kurd tê de şehîd ketin.
Rûsya ragihand ku derbasbûna Artêşa Sûriyê bo nava bajarê Minbic pêngaveke rast e di riya aramiya Sûriyê de.




