26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Vatîkan: Em ji bo xêr û xweşiya Kurdistanê dua dikin..Serok Barzanî: Divê Xristiyan li welatê xwe bimînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku ew dua dikin ji bo xêr û xweşiya Kurdistanê. Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî got ku pêwîst e Xristiyan li welatê xwe bimînin û bar nekin.

Îro Pêncşema 27-12-2018 Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkan Kardînal Pêtro Parolîn û şanda pê kir ku ji hejmarek ji şêwirmendên Hikûmeta Vatîkan û kesayetiyên ola Mesîhî li Herêma Kurdistanê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Vatîkan silav û rêzên taybetê Papaya Pîroz bi Serok Barzanî gihand, her wiha spasî hewlên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina pêkhatên Xristiyan li Kurdistan û Iraqê û armancên serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û ragihand ku ew hana baştirkirina rewşa hemû aliyekî didin li Kurdistan û Iraqê û daxwaz jî kir ku rewş û guzeran û rewşa asayîşa Mûsil û navçeyên Nînowa bê baştirkirin bo ku koçber bikarin vegerin ser jiyana xwe ya asayî.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serokwezîrê Vatîkan spasî Serok Barzanî kir ji bo pabendbûna beranber kûrtirkirina pêkvejiyanê û parastina rewşa pêkhatan û dabînkirina aramî û baştirkirina rewşa jiyana wan. Di derbarê pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda de jî Serokwezîrê Vatîkan wê yekê xisterû ku hana herdû aliyan dide ku kêşe û giriftan bi diyalog û aştiyê çareser bikin û di wê derbarê de geşbîniya xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Di derbarê şerê terorê de jî Serokwezîrê Vatîkan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana Herêma Kurdistanê ya di şerê de hebû û tekezî jî li ser wê yekê kir ku bi navê nehiştina fikra terorê pêwîst e şerê îdeolojiya terorê jî bê kirin. Eve jî xisterû ku ji bo xêr û xweşiya gelê Kurdistanê ew bi xwe û welatê wan dua dikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Serokwezîrê Vatîkanê û şanda li gel kir û spasî Papayê Vatîkanê kir û jibilî balkişandina li ser çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê ragihand ku di dema êrîşa terorîstên DAIŞê de ji xuşk û birayên Xristiyanan gotiye ku me hemûyan çarenivîseke hevbeş heye û di mirin û jiyanê de emê pêkve bin.

Serok Barzanî balkişand li ser tawan û bedrewştiyên terorîstan û qurbanîdana xelkê Kurdistanê û wê yekê dûpat kir ku pêwîst e em hemû alî û civaka navdewletî hana xuşk û birayên Xristiyan bidin ku li welatê xwe bimînin û ji wan re bêjin ku cîhhiştina welat tiştekî şaş û xelet e.

Her wiha Serok Barzanî daxwaz jî kir ku civaka navdewletî ji bo alîkariya jiyan û guzeraniya pêkhateyan û koçberên Iraqê kar bike. Serok Barzanî şanaziyê jî bi çanda pêkvejiyan û rêzgirtina beranber û hevdû qebûlkirina cûdahiya neteweyî û olî ya li nav xelkê Kurdistanê kir û ragihand ku em hemû di mirovbûnê de birayê hev in û bi encamên baş û mirovane dikarin bi aştî ligel hevdû bijîn.

Di derbarê gefa terorê de Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku teror ji ber gelek sedeman serî hilda ye û eger ew sedem neyên çareserkirin dê di pêşerojî de metirsiyên ji DAIŞê mezintir jî serî hildidin.

Di derbarê pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku herdem Kurdistan alîgirê zimanê diyalogê bûye û şer nexwestiye û ragihand ku li hewla ewe didin ku kêşeyan çareser bikin û balkişand li ser kesayetiyê Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê nû yê Iraqê ku kesekî vekiriye û alîgirê hevdû têgihîştin û çareseriya kêşeyane û piştevaniya xwe jî ji bo Serok Wezîrê nû yê Iraqê û hikûmeta wî ya ji bo çareserkirina kêşeyan û baştirkirina rewş û jiyana xelkê dûpat kir.”

 

Nûçeyên têkildar