26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ve bi tevahî siyasiye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.

Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawestaye û wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berevaniyê li berjewendiyên pêkhatên bajarê Kerkûkê kiriye.

Ev cûre biryar bi tu awayekî xizmet bi rewşa siyasî û çareseriya kêşeyan nake û kêşe û giriftan kûrtir dike.

Her ji bo wê yekê, daxwaz ji dam û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û Hikûmeta Federal dikim ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasîne û xizmeta berjewendiya Iraq û kêşeyên Kerkûkê nake.


Mesûd Barzanî
26.12.2018

Nûçeyên têkildar